| |
Îslamî kuþtina Duayê dikin bahane, êrîþî êzîdiyan dikin
03 Gûlan 2007
Piþtî kustina keça kurd a êzîdî ya bi navê Dua li Baþîqeya ser bi Mûsilê di 7-ê nîsana derbasbûyî de, êrîþkirina ser êzîdîyan ji bal El Qaîdeya li Mûsilê û îslamiyên no (zêdeçûyî, tûj) yên li Kurdistanê berfireh dibe.
Piþtî kuþtina Duayê polîs heþt kesên biguman girtin binçav û teslîmî dagehê kirin. Li gor asayiþa Mûsilê du kes ji wan xizmên nêzîk ên keçika kuþtî ne û îtîraf kirine ku bi kamereyê vîdeoya kuþtina wê girtine, montaj kirine, piþt re jî firotine firoþgeheka fîlmên video ya îslamiyên li taxa Camîeyê ya Mûsilê.
Asayiþ redigihîne ku piþtî vê, þeva 29/30-ê nîsanê saet di 2:30-ê þevê de hinekên nenas narincokek (bombeya destavêj) avêtiye mala yekî ji wan herdu xizmên keçikê yên girtî.
Piþtî belavbûna fîlmê kuþtina Duayê bi awayekî berbelav, êrîþkirina ser kurdên êzîdî li Mûsilê û li bajarên Kurdistanê bi awayekî tehlikedar berfireh bûye. Roja 27-ê nîsanê li Zaxoyê komek gêncên kurd ên misilman bi þidet û kevirkirinê berê xwe danê wan kurdên êzîdî yên ku bi armanca karkirinê li Zaxoyê ne û li meydana kar a bajêr bûne. Di vê êriþkarî û destdirêjiyê de 9 kes birîndar bûne ku sê jê serê wan þikiyaye.
Li taxa Diyarê a Duhokê jî komek gêncan cardin kevir avêtine grûba gêncên êzîdî yên ji bo kar li Duhokê bûn û li avayiyekê kar dikir.
Çend roj e ku li Hewlêrê jî li nav unîversîteyê û li nav bazarê, li otêl û restorantan destdirêjî li ser gêncên êzîdî tê kirin, êrîþ tên birin ser wan, henek bi wan dibin û ew tên piçûkxistin. Þeva îna derbasbûyî êrîþeka kaviravêtinê li Otela Þingarê a li Hewlêrê hatiye kirin ku xwediyê wê û karkirên wê kurdên êzîdî ne. Hamû pencereyên otêlê hatine þikandin. Li aþxaneya Cemal jî lêdan li du karkeran hatiye kirin û bi demançe ew hatine tehdîdkirin. Li aliyê din Rêxistina El Qaîdeyê ya li Mûsilê di daxwiyaniyekê de ya bi navê ji Dewleta Îslamî ya Iraqê, fetwaya kuþtin û cîhadkirina êzîdiyan hatiye helalkirin.
Tê gotin ku di vê çarçeweyê de roja 22-yê nîsanê 24 karkirên kurd ên êzîdî li Mûsilê ji bal terorîstên îslamiyên no ve hatibûn qetilkirin.
Di 28-ê nîsanê de li Mûsilê du polîs hatine kuþtin ku kurdên êzîdî ne. Li ser vê 15 malên êzîdî yên ku li Mûsilê tenê ew mabûn, wan hemiyan jî bar kiriye û ew hatine Kurdistanê. Çend kargehên ku li dora Mûsilê xwediyên wan kurdên êzîdî ne kargehên xwe girtine. Ew karkerên kurdên êzîdî yên ku li Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê kar dikin gelekên wan ji ber van tehdid, henekpêkirin û piçûkxistinan dev ji karên xwe berdane û vegeriyane deverên xwe.
Ew karkerên ku li Zaxoyê rûbirûyê êrîþan bûne, vegeriyane komelgeha Guhbelê ya nehiya Sinûnê, li gel komek xelk civiyane û çûne ser bingeha PDK-ê ya wê komelgehê, bingeh kevir kirine. Pêþmergeyên pertiyê ber bi hewa de gule teqandine û ew bela kirine.
(netkurd/awêne)
Ev nivîs 1017 caran hatiye xwendin.
|
|
| |
|
|